Hêzeke artêşa Iraqê gihîşt rojavayê çiyayê Şingalê

Cîgirê Fermandarê Operasyonên Hevbeş ên Neynewa radigihîne, ew hêz bi awayekî pîşeyane tevdigere ji bo welatiyên Şingalê biparêze û yasayê cibicî bike.

Navenda Nûçeyan (K24) – Hêzeke artêşa Iraqê gihîşt rojavayê çiyayê Şingalê û li tê bicihkirin. Cîgirê Fermandarê Operasyonên Hevbeş ên Neynewa jî radigihîne, ew hêz bi awayekî pîşeyane tevdigere ji bo welatiyên Şingalê biparêze û yasayê cibicî bike.

Cîgirê Fermandarê Operasyonên Hevbeş ên Neynewa Lîwa Ebdulemîr Şemerî îro ragihand, “Em wek Fermandariya Operasyonên Hevbeş ên Roajvayê Neynewayê, bi awayekî pîşeyane tevdigerin, ji bo yasayê cibicî bikin û serî û malên welatiyan sivîl biparêzin.”

Herwiha Şemerî got: “Me bi awayekî profesyonal bi rûdanên ewlekarî û aloziyên ku qewimîn re mijûl bûn, hemû rê hatin vekirin, ti mal û milkên sivîlan zirar nedîtin û ti ziyanên sivîl jî çênebûn.”

Tekez kir jî, hêzên Îraqî ewlehî û aramî li deverê û li seranserî bajarokê Sinûnê vegerandine û da zanîn ku hemû tedbîr bi armanca wê yek ne, ji bo cibicîkirina yasayê, jîngeheke ewle, avedankirina Şingalê û vegera koçberab hatine girtin.