Iraq.. Ji ber tozbarînê zêdetirî ji hezar haletên bihntengiyê hatin tomarkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Iraqê bi sedema tozbarîna ku ji şeva borî ve li navend û başûrê wî welatî girtiye, zêdetirî ji hezar haletên bihntengiyê hatine tomarkirin.

Ji şeva Çarşemê ve tozê li 6 ​​parêzgehên li navend û başûr Iraqê girtiye. Parêzgeha Enbarê ku li rojavayê Iraqê ye û li ser sînorê Sûriyê ye, nêzîkî 700 haletên bihntegiyê tomar kirine, li gor ku Rêveberê Zanyariyên tenduristiyê ya Enbarê Enes Qeis ragihandiye.

Li Necefê jî zêdetirî 100 haletên bihntengiyê di encama bahoza tozê de hatine tomarkirin. Herwiha 332 halet li Selahedîn li navenda Iraqê û 100 halet jî li Dîwaniyê li başûr.

Rayedarên tenduristiyê yên yên parêzgehan bang li welatiyan kirin ku ji malên xwe dernekevin, ne ji bo karekî pêwîst be û di dema deketinê de maskan bi kar bînin.

Rêveberê Ragihandinê yê Rêveberiya Keşûhawayê ya Iraqê Amer El-Cabrî ragihand, tê pêşbînîkirin îro Pêncşemê bahoza tozê hêdî hêdî kêm bibe û eger heye bahoza tozê di meha Gulanê de jî berdewam bike.

Ji destpêka meha Nîsana borî ve, ev pêla heftemîn a tozbarînê ye ku bi ser parêzgehên Iraqê de hatiye.

Ji aliyê xwe ve, Rêveberiya Tendirustiyê ya Silêmaniyê jî bi sedema hatine pêla tozbarînê bi ser bajêr de, welatiyên parêzhejê hişyar kirin eger ji bo karekî pêwîst nebe, ji malên xwe dernekevin û maskan bi kar bînin.