Artêşa Iraqê serdana kesayetên diyar ên Şingalê kir

Fermandarê Operasyonên Rojavayê Neynewa Cebar El Taî û Fermandarê Firqeya Bîst a Piyade Esîn Hemze Zubeydî serdana kesayetên diyar ên Şingalê kirin

Hewlêr (K24) – Fermandarê Operasyonên Rojavayê Neynewa Cebar El Taî û Fermandarê Firqeya Bîst a Piyade Esîn Hemze Zubeydî serdana kesayetên diyar ên Şingalê kirin û herdu fermandar xelkê Şingalê piştrast kirine ku aware nebin û ew ê wan biparêzin.

Cebar El Taî ragihand, armanca wan a sereke nehiştina diyardeya çekdarî û grûpên neyasayî ye û ew rê nadin rêxistinên ser bi PKKê li Şingalê hebin û desthilat di destê wan de be.

Dema pêşwaziya Êzidiyan li fermandarên artêşa Iraqê

El Taî eşkere kir, fermana teqekirinê li cem artêşê heye û dikarin vê fermanê li hember grûpên ku seqamgîriya Şingalê têk didin, bi kar bînin.

Herwiha destnîşan kir, tiştê li Şingalê rûdide, encama hebûna wan çekdaran e ku ji yasayan derçûne û rêya deverê girtine û tirs belav kirine.

 

Li ser vê mijarê, Parêzgarê Duhokê Elî Teter ragihand, di nava du rojên borî de 10 hezar welatiyên Şingalê aware bûne û berê xwe dane kampên li Duhok û Zaxoyê.

Çend roj in artêşa Iraqê bi mebesta kontrolkirina navçeyê, berê xwe daye Şingalê.

Çekdarên YBŞê ya ser bi PKKê li navçeyê belav bûne û ji destpêkê ve hewl dan vegera artêşê bo navçeyê bisekinînin.

 

Duh artêşa Iraqê gihîşte nahiya Sinûnê û di encama rûbirûbûna herdu aliyan de serbazekî Kurd ê di rêzên artêşê de jiyana xwe ji dest da û 9 serbazên din jî birîndar bûn.

Vegera artêşaIraqê beşek e ji hewldanên hikûmeta Iraqê bi mebesta asayîkirina rewşa Şingalê û cîbicîkirina rêkeftina Hewlêr û Bexdayê ya li ser rewşa Şingalê ye.

 

Li aliyê din kesayeta siyasî ya Êzidî Viyan Dexîl ji Kurdistan24ê re ragihand, piraniya endamên YBŞê xelkê Sûriyê ne û divê dawî bi mana PKKê li Şingalê were anîn.