Koşka Spî berdevkeke nû diyar kir
Hewlêr (K24) – Serokê Amerîkayê Joe Biden biryar da, Karine Jean-Pierre li şûna Jan Psaki weke Berdevka nû ya Koşka Spî diyar bike.
Koşka Spî bi daxuyaniyekê eşkere kir, Serokê Amerîkayê Joe Biden, Karine Jean-Pierre weke Berdevka Koşka Spî diyar kir û di roja 13ê Gulanê de li şûna Jan Psaki dest bi kar dike.
Koşka Spî herwiha diyar kir, ew şanaziyê bi pisporî û jêhatîbûna berdevka nû dikin, ku Karine Jean-Pierre di dîroka Amerîkayê de weke yekem jina reşik e ku vî postî werdigre.