Ji ber şerê PKK û artêşa Iraqê 10 hezar kes ji Şingalê koçber bûne
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Encûmena Parêzgeha Duhokê Fehîm Ebdulla ragihand, şer û aloziyên vê dawiyê yên di navbera çekdarên PKKê û artêşa Iraqê de, bûne sedema dubare koçberkirina 10 hezar kesan ji qezaya Şingalê û derdora wê.
Serokê Encûmena Parêzgeha Duhokê Fehîm Ebdulla ji K24ê re ragihand, beşek ji wan koçberan ku dubare ji Şingal û derdora wê hatine, li kampan hatine dabeşkirin û hevkariyên ku li ber destê wan bûn jî, li wan belav kirine.
Diyar kir jî, dosyeya koçberên Şingalê bi bangewazî û belavkirina hevkariyan nayê çareserkirin, lê belê pêwîst e hokarên ku bûne sedema koçberiyê bêne çareserkirin û çarenivîsa wan koçberan bêne diyarkirin.
Fehîm Ebdulla got jî: “Bi Kurdî tê gotin, her malbarkirinek, malxirapkirinek e. Pirs li vir ew e, kengî ev xelk hest bi aramî bikin û serî û malên wan bêne parastin.
Serokê Encûmena Parêzgeha Duhokê amaje bi yekê kir, hevkariyên Hikûmeta Iraqê ji koçberên Şingalê re, hevkariyeke sînordar û şermenane bûye.
Diyar kir jî, ji ber hebûna PKKê li sînorê parêzgeha Duhokê, 380 gund vala bûne û gelek gund jî di bin gefa valabûnê de ne.