Konsulê Rûsyayê pesnê pêwendiyên welatê xwe yên ligel Herêma Kurdistanê dide

Serdana Serok Barzanî ya di Sibata sala 2013an de ya li Moskowê, bi bîr tîne.
Konsulê Rûsya yê li Hewlêrê Oleg Levin
Konsulê Rûsya yê li Hewlêrê Oleg Levin

Hewlêr (K24) – Konsulê Rûsya yê li Hewlêrê Oleg Levin di peyamekê de ku arasteyî dîplomatkarên Herêma Kurdistanê û gelê Kurd û Rûsyayê kiriye, pesnê rola Herêma Kurdistanê û pêwendiyên dîrokî yên dostanî yên navbera gelê Kurd û Rûsyayê dide û serdana Serok Barzanî ya di Sibata sala 2013an de ya li Moskowê, bi bîr tîne.

Oleg Levin di peyama xwe de diyar kiriye: “Îsal 15 sal di ser damezrandina Konsulxaneya Giştî ya Rûsyayê ya li Herêma Kurdistanê re derbas dibe, konsulxaneya me yekem nûnertiya welatekî biyanî li Hewlêrê û duyem li Herêma Kurdistanê bû.”

Levin destnîşan kiriye: “Pêwendiya Rûsyaya Federal û Herêma Kurdistanê bi rastî pêwendiyeke dostanî ye û ev pêwendî ligel serokatiya Kurdistana Iraqê bi awayekî serkeftî di pêşveçûna berdewam de ne.”

Konsulê Rûsyayê behsa wê yekê jî kiriye ku "Sibata sala 2013an yekem Serokê Herêma Kurdistanê Birêz Mesûd Barzanî serdana Moskowê kir. Gulana sala 2017an hevdîtina Serokê Rûsyayê Vladimir Putin ligel Serokwezîrê wê demê yê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li St. Petersburg birêve çû û çar sal berê roja 9ê Gulana 2018an, Nêçîrvan Barzanî li Qada Sor beşdarî merasîma Roja Serkeftinê bû".

Herwiha eşkere kiriye: “Konsulxaneya me roleke girîng di bihêzkirina pêwendiyên navbera Rûsya û Herêma Kurdistanê de dilîze.”