Partiyên Bakur banga parastina destkeftiyên Herêma Kurdistanê dikin

Sê partiyên Kurd, PAK, PSK û TDKê bi daxuyaniyeke hevpar bal kişandin ser girîngiya parastina destkeftiyên li Herêma Kurdistanê.
PAK, PSK Û TDK’ê bi daxuyaniya hevpar balê dikşînin ser girîngiya parastina destkeftiyên Herêma Kurdistanê
PAK, PSK Û TDK’ê bi daxuyaniya hevpar balê dikşînin ser girîngiya parastina destkeftiyên Herêma Kurdistanê

Diyarbekir (K24) - Sê partiyên Kurd, Partiya Azadiya Kurdistan (PAK), Partiya Sosyalist a Kurdistan (PSK) û Tevgera Demokratên Kurd (TDK) bi daxuyaniyeke hevpar bal kişandin ser girîngiya parastina destkeftiyên li Herêma Kurdistanê û bang û daxwaz kirin ku hemû alîyên Kurd ji bo parastina wan destkeftiyan tevbigerin, ne ku bibin sedema jidestdayîna wan destkeftiyan.

PAK, PSK Û TDK’ê bi daxuyaniya hevpar balê dikşînin ku Îran û Tirkiye operasyon û êrişan dibin ser xaka Herêma Kurdistanê û dixwazin ber li destkeftiyên Kurdan yên li Herêma Kurdistanê teng bikin ku Tirkiyê beşek ji axa Herêma Kurdistanê jî bi çêkirina qereqolan dagir kiriye.

Dîsa bal hat kişandin ku tevger û polîtîqayên PKK’ê li Rojavayê Kurdistanê jî rê li ber wan êrişan û jidestdayîna deskeftiyên Kurdan xweş dike û divê PKK dest ji wê helwesta xwe berde û hemahengî bi parastina destkeftiyên Kurdan bike.

Partiyên Kurd balê dikşînin ku Tirkiye, nerazîbûna xwe ji destkeftiyên, siyasî yên Kurdan û bihêzbûna statuya Kurdan bi eşkereyî dibêje û ji xwe re dike armanc. Li gel ve yekê jî polîtîqa, helwest û tevgerên PKK’ê jî rê li ber wan armancên Tirkiyê û Îranê xweş dike.

Partiyên Kurd yên li Bakurê Kurdistanê bang û daxwaz dikin ku divê ‘Şingal wek beşeke Herêma Kurdistanê bi taybetmendiyên xwe îdareya xwe ya herêmî bike’ û PKK rêz li rêvebiriya Herêma Kurdistanê bigire û ji tevger û polîtîqayên ku xizmeta armancên dagirkeran dike bide rawestandin.

Herwiha hatiye ragihandin ku “Ligel hemû gotin û kiryarên neyênî yên  di derbarê malbata Barzaniyan û PDKê de, helwesta Birêz Serok Mesûd Barzanî ya ku rê li ber şerekî di nav Kurd û Kurd de digire, nahêle Kurd xwîna Kurdan birijîne, helwest û sîyaseteke cihê rêzê ye. Birêz Serok Mesûd Barzanî  divê di ragihandina xwe de jî nehêle ku kes bi gotinên nexweş zerarê bide vê hesasiyet û helwesta çêker ya cenabê wî”.

Bang li PKK, HDP, DBP, DTK’ê  û yên pêwendîdar jî tê kirin ku dest ji polîtîqayên reşkirina PDK’ê û bi xiyanetê tawanbarkirinê, berdin.