Encûmena Asayîşa Kurdistanê mikûrhatina grûpeke terorîst belav kir

Li xwe mikûr tên ku niyeta wan hebû êrîş bikin ser Bendava Duhokê û wêstgeha elektrîkê û çend cihên giştî û hêzên Pêşmergeyê Kurdistanê.

Hewlêr (K24) – Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand, hêzên wan grûpeke terorîst a ser bi PKKê desteser kirin û dest danîn ser hejmarek mûşekên wan, ku plana wan a encamdana êrîşa mûşekî bi ser Bendava Duhokê û wêstgeha elektrîkê û çend cihên giştî û hêzên Pêşmergeyê Kurdistanê de hebû.

Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin: “Ji bo aramî û asayîşa welatiyan û Herêma Kurdistanê, hêzên Encûmena Asayîşê û Pêşmergeyê Kurdistanê, roja 4ê Gulana 2022yan li sînorê parêzgeha Duhokê, grûpeke terorîst a ser bi PKKê desteser kir û dest danîn ser 9 mûşekên cûreya katyoşa ya 107 mm û sekoya mûşekê.”

Herwiha hat diyarkirin: “Di encama lêkolînên ligel endamên wê grûpa terorîstî de, derket holê ku ji aliyê PKKê ve hatine raspartin ku êrîşên mûşekî bikin ser Baregeha Liqa 17 ya PDKê, saziyên xizmetguzariyê, wêstgeha elektrîkê, Bendava Duhokê û çend cihên din ên giştî.”