ENKS daxwaz ji HSDê dike biçekirina zarokan rawestîne

Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) daxwazê ji HSDê û rêxistinên mirovî yên taybet bi mafê zarokan dike, rê li ber revandin û biçekirina zarokan bigirin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) di daxuyaniyekê de daxwaz ji HSDê û rêxistinên mafên mirovî yên taybet bi mafê zarokan dike, revandin û biçekirina zarokan rawestînin.

Di daxuyaniya ENKSê de hat, “Tevî ku revandina zarokên temenbiçûk, bi awayekî berfireh tê şermezarkirin û li gorî yasayên navdewletî û mafên mirovan jî, tê tawanbarkirin, lê belê çekdarên PYDê di bin navên cuda de bi kiryarên xwe yên tirsnak ên li dijî zarokên gelê Kurd berdewam in.”

ENKSê diyar dike, dawî haleta revandina zarokan, revandina zaroka Êzidî ya bi navê Sîlva Hemîd Cafer a ji xelkê gundê Basûfanê yê herêma Efrînê bû ku li taxa Şêx Meqsûd a Helebê hat revandin û tevî ku xwediyên li dû şopa wê digerin, lê heta niha çarenivîsa wê ne diyar e.

Di daxuyaniyê de hat gotin: “Ligel ku ENKS van kiryarên terorîstî, tevlîkirina zarokan di çalakiyên leşkerî de û dûrxistina wan ji xwendinê şermezar dike, daxwaza azadkirina Sîlvaya biçûk û zarokên din yên wek wê dike û bang li rêxistinên mirovî yên têkildar dike ku dawî li van kiryaran bînin.”

Her wiha ENKS daxwaz ji serkirdayetiya HSDê dike ku li gor belgeyên Netewên Yekgirtî û “Banga Cenêvê” ya ku wê îmze kiriye, rê li ber leşkerkirina zarokan bigire û wan ji malbatên wan û xwendinê re vegerîne.

Ev daxuyaniya ENKSê piştî wê tê, Encûmena Êzidiyên Sûriyê pêr di daxuyaniyekê de ragihandibû, “Keça Êzidî ya biçûk Sîlva Hemîd Cafer li taxa Şêx Meqsûd a Helebê ji aliyê rêxistineke ser bi PYD /PKK ve hatiye revandin.”

Encûmena Êzidiyên Sûriyê got: “Revandina mirovan bi giştî û zarokan bi taybetî di hemû ayînên asmanî, yasayên mirovî û prensîbên mirovî de reftareke bêexlaqî û kiryareke terorîstî ya şermezarkirî ye.”