Firokeyên Iraqê 3 çekdarên DAIŞê li çiyayê Hemrînê kuştin

Navenda Nûçeyan – Şaneya ragihandinê ya Ewlehiya Iraqê îro Yekşemê ragihand, firokeyên wê yê şer karîn 3 endamên DAIŞê li çiyayê Hemrînê bikujin.

Şaneyê di daxuyaniyekê de ragihand, bi şopandin û çavdêriya Fermandehiya Operasyonên Hevbeş û li gorî zanyariyên istixbaratî yên rast, firokeyên F-16 yên Iraqê 2 êrîşên asmanî pêk anîn.

Destnîşan kir jî, di encama wan her du êrîşan de 3 endamên DAIŞê li çiyayê Hemrînê hatin kuştin û cihekî veşatinê ya çekdaran li devera Zirlokê hat jinavbirin.

Şaneya ragihandinê tekez kir: “Hêzên ewlekariyê bi hemû formên xwe yên cuda bibiryar in ku operasyonên xwe yên bi kalîte û pêşîgirtinê li dijî şaneyên terorîst ên mayî li çiya, biyabananan û li her deverê berdewam bikin.”