Li Iraqê germahî digihîje 50 pileyan

Li Iraqê pêleke germahiyê dest pê dike û tê pêşbînîkirin, pileya germahiyê bigihîje 50 pileyan.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Iraqê pêleke germahiyê dest pê dike û tê pêşbînîkirin, pileya germahiyê bigihîje 50 pileyan.

Desteya Keşnasî ya Iraqê bi daxuyaniyekê pêşbîniyên xwe yên ji bo sê rojên bê yên rewşa hewayê belav kir û ragihand, ji sibe pêncşemê ve esmanê temamê Iraqê sahî ye û pileyên germahiyê bilind dibe.

Herwiha Keşnasiya Iraqê pêşbînî dike, ji ber bandora pêla hewayeke germ, rojên pêncşem, în û şemiyê, bi ciyawaziya navçeyan, ji çar heta şeş pile bilind dibe.

Li gor pêşbîniyan, li hinek deverên başûrê Iraqê pileyên germahiyê digihîje 50 pileyan.