Li Nexweşxaneya Cizîrê ji ber ku klîma naxebitin nexweş û xebatkar mexdûr in

Rayedarên nexweşxaneyê jî dan zanîn ku di demeke nêz de dê pirsgirêk were çareserkirin.
Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê
Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê

Cizîr (K24) - Li Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîra Botan ev demeke ji ber ku klîma naşixulin û pileya germê jî zêde ye nexweş û xebatkarên naxweşxaneyê mexdûr in. Rayedarên nexweşxaneyê jî dan zanîn ku di demeke nêz de dê pirsgirêk were çareserkirin.

Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîra Botan ev demek e ji ber pirsgirêka germiyê di rojevê de ye ku nexweş û xebatkar ji ber vê yekê mexdûriyetê dijîn.

Ev demek e klîmayên Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîra Botan naşixulin û ji ber vê yekê bijişk jî nikarin karên xwe bi rêkûpêk bikin.

Li gorî rêveberên Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîra Botan parve kirine ji ber ku trafoya nexweşxaneyê nikare barê elektrîkê hilgire dê trafoyek nû were anîn û dê demeke nêz de ev pirsgirêk were çareserkirin.

Cizîra Botan yek ji germtirîn bajaran e ku sala borî jî bi pileya 49.1 rekora germiyê şikandibû.

Saziya keş û hewayê pêşbînî dike ku heta dawiya vê hefteyê pileya germe ji 40î zêdetir bibe û ev yek bi teybetî ji bo nexweşên ku di nexweşxaneyê de hatine razandin dibe xetere.