Joe Biden pîrozbahî li Pêşmergeyekî kir

Serokê Amerîkayê Joe Biden di nameyekê de pîrozbahî li Pêşmergeyekî Kurdistanê kir û hêviya jiyaneke bextewar jê re xwest.

Hewlêr (K24) – Serokê Amerîkayê Joe Biden di nameyekê de pîrozbahî li Pêşmergeyekî Kurdistanê kir û hêviya jiyaneke bextewar jê re xwest.

Husên Mehdî Xurşîd Barzanî ku ji bo perwerdeyê çûye Amerîkayê, kariye pileya yekem di perwerdeya bilind a hêzên deryayî ya Amerîkayê de bi dest bixe û bûye cihê şanaziya Koşka Spî û piştî hatina Husên nameya pîrozbahiyê gihişte wî.

Beriya niha Konsulxaneya Amerîkayê ya li Hewlêrê ji ber ku ew Pêşmerge li Amerîkayê bû yekem, pîrozbahî li Herêma Kurdistanê kiribû, lê belê vê carê Serokê Amerîkayê Joe Biden bi xwe nameyek şande Husên Mehdî Xurşîd Barzanî û pîrozbahiyê li jidayîkbûna zarokê wî yê nû lê dike.

Husên Mehdî Xurşîd Barzanî ji K24ê re diyar kir: “Piştî ku min perwerdeya xwe li Kalîforniyayê temam kir û li ser asta xwendekarên biyanî bûm yekem, ji bilî ku bi fermî pîrozbahî li min hat kirin, lêkolîna derçûna min jî, ku li ser hêzên Pêşmergeyê Kurdistanê ye, li wê fakulteyê bû mijara perwerdeyê.

Herwiha eşkere kir: “Niha ez vegeriyame û li Kurdistanê me, min bi rêya e-mail peyam şandibû fakulteyê û daxwaza bawernameya xwe kiribû, wan jî rewşa min pirsî, min jî got zarokekî min ê nû hat dinyayê, piştre fakulte di raporta xwe ya nû de ji bilî mijara lêkolîna min, behsa jidayîkbûna zarokê min jî kirine.”

Pêşmerge Husên Mehdî diyar kir ku Joe Biden nameyeke rasterast jê re nivîsandiye û tê de pîrozbahiya jidayîkbûna zarokê wî lê dike.