Li Cizîrê 2 xort di çemê Dîcleyê de winda bûn

Li navçeya Cizîr a ser bi Şirnexê du xortên 13 û 17 salî ku ketin çemê Dîcleyê, ber pêlên avê ketin û winda bûn.

Navenda Nûçeyan (K24) - Li navçeya Cizîr a ser bi Şirnexê du xortên 13 û 17 salî ku ketin çemê Dîcleyê, ber pêlên avê ketin û winda bûn û xebatên lêgerîna wan berdewam dikin.

Li taxa Nûr a Cizîrê şeva borî du xortên bi navên Idrîs Putru yê 17 salî û Zekeriya Negiz ê 13 salî ketin çemê Dîcleyê û ber pêlên avê ketin û di çem de winda bûn.

Piştî agahdarkirina kesên li derdorê tîmên rizgarkirinê û tîmên polîs gihiştin cihê bûyerê.

Herwiha tîmên Şaredariya Cizîrê yên binavê û rizgarkirinê, ligel polîs ji bo dîtin û derxistina termên wan herdu xortan xebatên xwe yên lêgerînê berdewam dikin.