Parêzgarê Duhokê: Riftarên PKKê nemirovane ne
Navenda Nûçeyan (K24) – Parêzgarê Duhokê ragihand, riftarên PKKê nemirovane ne û baweriya wan jî bi Kurdayetî û Kurdistanê nemaye.
Parêzgarê Duhokê Elî Teter îro li ser çiyayê Metîna li devera Amêdiyê ya Duhokê di merasîma bibîranîna 5 Pêşmergeyên ku sala par di êrişa çekdarên PKKê de şehîd bûbûn de, gotarek pêşkêş kir.
Elî Teter got: “PKK zêdetirî 30 salan e gundên me wêran dike û hewl dide pêşiya projeyên Hikûmeta Kurdistanê bigire û nahêle hikûmet wan deveran avedan bike.”
Elî Teter her wiha got: “PKK dixwaze vê azadiya ku li Herêma Kurdistanê heye, ji nav bibe. Di demekê de ku behsa xebata demokratîzekirina Sûriye û Tirkiyê dike, lê şer anîne nav malên me.”
Parêzgarê Duhokê bang li PKKê kir û got, eger bi rastî dixwazin xebatê bikin, bila Efrîn û Serê Kaniyê rizgar bikin û meydana xebat xwe bibin nav xaka Tirkiyê û li wir arîşeyên xwe çareser bikin.
Bi gotina Elî Teter, riftarên PKKê nemirovane ne û baweriya wan bi Kurdayetî û Kurdistanê nemaye.