Serok Barzanî û Balyozê Brîtanyayê astengiyên li pêş pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê gotûbêj dikin

Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Balyozê Brîtanya li Iraqê kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî îro 5ê Hezîrana 2022an, pêşwazî li Balyozê Brîtanya li Iraqê Mark Bryson-Richardson kir.

Di hevdîtinê de, ku Konsulê Brîtanya li Hewlêrê David Hunt amade bû, pêngavên nava proseya siyasî ya Iraqê û zehmetî û astengiyên li pêş pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê hatin gotûbêjkirin.

Her di wê hevdîtinê de, ronahî hate xistin ser biryarên Dadgeha Federalî ya Iraqê û Serok Barzanî tekezî li wê kir ku pabendbûn bi destûrê û guftûgoyan, çareseriya pirsgirêk û qeyranên Iraqê ye. Girêdayî rewşa siyasî ya Herêm û mafên pêkhateyên Herêma Kurdistanê, Serok Barzanî pabenbûna xwe bi parastina mafên hemû pêkhateyên Herêma Kurdistanê dubare kir.

Pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Brîtanyayê, mijareke din a wê civînê bû û Balyozê Brîtanya li Iraqê pabendbûna welatê xwe bi encamên serdana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bo Brîtanyayê û pêşvebirina pêwendiyên dualî dubare kir.