PDK û YNK: Pêwîst e amadekarî ji bo nivîsandina destûrê werin kirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî civîna di navbera Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) de, daxuyaniyeke nivîskî ya hevbeş hat dayîn.
Di daxuyaniya hevbeş de hat ragihandin: “Her du alî hevnêrîn bûn li ser pêwîstiya nivîsandina destûra Herêma Kurdistanê û ji bo vê mebestê, pêwîst e dest bi amadekariyên yasayî bê kirin.”
Di beşeke din a daxuyaniyê de hat gotin: “Pirsa hilbijartina Parlamentoya Kurdistanê û Komistona Hilbijartinan, wek du pirsên girîng ên niştimanî pêwîstiya wan bi guftûgoya zêdetir û lihevkirina tevahiya hêzên siyasî yên Kurdistanê heye, ji bo gihîştina bi rêkeftineke giştgîr.”
PDK û YNKê di civîna îro de, ji bilî guftûgokirina pirsa reşnivîsa destûra Herêma Kurdistanê û hilbijartina Parlamentoya Kurdistanê, biryar dan li ser pirsên ku cihê girîngiya her du aliyan e, bi berdewamî bicivin.