“Du deriyên din ên sînorî di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê de tên vekirin”

Şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi armanca kombûna ligel berpirsên bilind ên Tirkiyê, serdana Enqerê kiriye
Deriyê Zêt li devera Mêrgesor - Wêne: K24 - Arşîv
Deriyê Zêt li devera Mêrgesor - Wêne: K24 - Arşîv

Navenda Nûçeyan (K24) – Şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi armanca kombûna ligel berpirsên bilind ên Tirkiyê, zincîreyek ji hevdîtinan li Enqerê kir û piştre di konferanseke rojnamevanî de behsa vekirina du deriyên sînorî yên nû di navbera Herêm û Tirkiyê de kir.

Serokê Dîwana Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê Omêd Sebah di wê konferansa rojnamevanî de ragihand, “Di mijara yekem a civînan de, çawaniya zêdekirina pevguhartina bazirganî di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê de hate guftgûkirin û behsa pirsgirêkên kompanyayên Tirkiyê li Herêma Kurdistanê hate kirin. Her wiha aliyê Tirkî jî soz da ku her asankariyekê ji bo bazirgan û kompanyayên Herêma Kurdistanê bikin.”

Got jî: “Di mijara duyem a guftûgoyan de, behsa dirustkirina riya hezinî ya trênê hate kirin ku niha têgihîştineke giştî di navbera Iraq û Herêma Kurdistanê û aliyê Tirkî li ser vê babetê heye. Her wiha guftûgo li ser avakirina çend navendên bazirganiyê li ser sînoran hate kirin.”

Omêd Sebah diyar kir jî: “Di mijareke din de, behsa çawaniya vekirina deriyên sînorî yên di navbera Herêm û Tirkiyê de hate kirin, wek deriyên Zêt û Serzêrê. Em ê encamên van hevdîtinan bibin pêşiya Serokwezîr û aliyên pêwendîdar ên Encûmena Wezîran û li wir biryarên pêwîst li ser tên dayîn.”

Derbarê deriyê Zêt de diyar kir: “Em wek Herêma Kurdistanê, me amadehiya xwe ji bo aktîvkirina vî derî nîşan daye û me pereyên pêwîst ji bo ava kirinê terxan kirine. Piştî vê civînê em ê vegerin hevdîtinê bi Serokwezîr re bikin û biryar dê li wir bê girtin. Lê belê biryara bingehîn ew e, her du alî dest bi cibicîkirina vî derî bikin.”

Şanda Herêma Kurdistanê ji Serokê Dîwana Encûmena Wezîran Umêd Sebah, Wezîrê Bazirganî Kemal Muslîm, Wezîrê Veguhestin û Gihandinê Ano Cewher, Serokê Desteya Veberhênanê Mihemed Şukrî, Serperiştyarê Îdareya Serbixwe ya Zaxo Guhdar Şêxo, Şêwirmendê di Wezareta Navxwe de Samî Celal û Berpirsê Beşê Tirkiyê di Fermangeha Pêwendiyên Derve yên Herêma Kurdistanê Ebdulselan Reşîd pêk tê.

Şanda Hikûmeta Herêmê li Enqerê ligel Wezareta Bazirganî, Veghastin, Desteya Veberhênanê, Wezaret Navxwe û Darayî civiyabû.