Serok Barzanî pêşwazî li şandeke bilind a ENKSê kir

Serok Mesûd Barzanî li Selahedîn pêşwazî li şandeke bilind a Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) kir.

Hewlêr (K24) – Serok Mesûd Barzanî îro şemiyê 18ê Hezîrana 2022yan li Selahedîn pêşwazî li şandeke bilind a Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) kir.

Di hevdîtinê de li ser rewşa Sûriyê gotûbêj hat kirin û şanda mêvan hûrgilî û geşedanên herî dawî yên li ser rewşa gelê Kurd li Sûriyê û nîgeraniyên welatiyên Kurd li ser siberoja xwe ya li Sûriyê, bo Serok Barzanî behs kirin.

Herwiha di hevdîtinê de Serok Barzanî têbînî û şîretên xwe yên li ser rewşa gelê Kurd li Sûriyê pêşkêş kir û tekez kir ku divê welatî û ciwanên gelê Kurd li Sûriyê cih û welatê xwe bi cih nehêlin û xweragir bin.