Ji Ayhan Bilgen îdiaya pêvajoya çareseriyê: Hewl didin MHPê razî bikin

Serokê Partiya Dengê Tirkiyê û parlamenterê berê yê HDPê Ayhan Bîlgen îdia dike, hikûmeta Tirkiyê dixwaze pêvajoyeke nû ya çareserkirina pirsgirêka Kurd bide destpêkirin.

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Partiya Dengê Tirkiyê û parlamenterê berê yê HDPê Ayhan Bîlgen îdia dike, hikûmeta Tirkiyê dixwaze pêvajoyeke nû ya çareserkirina pirsgirêka Kurd bide destpêkirin û ji bo vê yekê jî dixwaze MHPê razî bike.

Ayhan Bîlgen ji rojnameya Cumhuriyet a Tirkiyê re gotiye, ew hizir dike ku AKP dixwaze pêvajoyeke nû ya çareserkirina pirsgirêka Kurd bide destpêkirin.

Bîlgen îdia dike ku di vê pêvajoyê de dê rol bidin Rêberê PKKê Abdullah Ocalan jî.

Serokê Partiya Dengê Tirkiyê Ayhan Bîlgen herwiha gotiye, Partiya Dad û Geşepêdanê (AK Partî) niha hewl dide Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) razî bike da ku li dijî vê yekê dernekeve.