Sendîkaya Kedkaran daxwaza zêdekirina mûçeyên kedkaran dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Diyarbekirê Sendîkaya Kedkarên Buroyan BES’ê, xwepêşandanek lidar xistin û daxwaza zêdekirina mûçeyên kedkaran kirin.

Endamê Rêvebiriya Navendî yê BES’ê Azîz Ozkan li ser navê xwepêşanderan ragihand, li Tirkiyê enflasyon ji %200 zêde bûye û kedkar nikarin debara xwe bikin.

Ozkan ragihand, li Tirkiyê enflasyon û giranbûna li bazarê her roj zêde dibe, lê mûçeyên karmendan, li gor rastiya li piyasê neyên zêdekirin û daxwaz kir ku li gor enflasyona rastî, mûçeyên kedkaran bên zêdekirin.

Rayedarên hikumetê û Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan jî ragihandibûn ku ew amadekariyan dikin ku mûçeyên kêm û mûçeyên kedkaran di meha Tîrmehê de zêde bikin.