Hêzeke Dijetrora Kurdistanê ji bo kêlgeha Kormorê hat şandin

Kêlgeha Kormorê ya gazê di heyama 4 rojan de, sê car in rastî êrîşên bi mûşekan tê

Navenda Nûçeyan (K24) – Peyamnêrê Kurdistan24ê li Silêmaniyê da zanîn, hêzeke mezin a Dijeterora Kurdistanê ber bi kêlgeha Kormorê ya li Çemçemalê bi rê kete.

Li gor zanyariyên peyamnêrê Kurdistan24ê, piştî êrîşa mûşekî ya li ser kêlgeha Kormorê, hêzeke mezin a Dijeterora Kurdistanê ber bi kêlgeha Kormorê ya li Çemçemalê bi rê kete.

Ev yek di demekê de ye, di heyama 4 rojan de, ev cara sêyem e bi mûşekan êrîş li kêlgeha Kormorê ya gazê tê kirin.

Kompaniya Dana Gas, li kêlgeha Kormorê ya li nahiya Qadirkerem a li sînorê navçeya Çemçemal a ser bi Silêmaniyê kar dike.

Ji aliyê xwe ve, Rêveberê Nahiya Qadir Kerem Sidîq Mihemed ji K24ê re piştrast kir, mûşekê ku îro li kêlgeha Kormorê ketibûn, ji cureya Katyusha bûn û ji aliyê rojhilat ve hatibûn avêtin û ti ziyanên canî û madî derneketibûn.