Li 6 herêmên deryaya Reş lehî rabûn

Navenda Nûçeyan (K24) – Li herêma Deryaya Reş a Tirkiyê, ji ber baranê tund û berdewam lehî rabûn. Li şeş bajaran pir û rê rûxiyan û bi dehan mal di bin avê de man. Li gor zanyariyan, heta niha ziyanê canî nîne.

Herêma Rojavayê Deryaya Reşa Tirkiyeyê bi lehiyan re têdikoşe. Barana tund û bênavber li bajarên Kastamonu, Zonguldak, Sînop, Karabuk, Duzce û Bartinê û dehan navçe û gundan bû sedemê rabûna lehiyan.

Bandora lehiyê herî zêde li navçeya Bozkurt ya Kastamonu heye ku par dehê zêdetir kesan di lehiyan de canê xwe ji dest dabûn. Parêzgar Kastamonu got, pênc kesên li gund asê mabûn bi helîkopteran tên rizgarkirin.

Parêzgarê Kastamonu Avnî Çakir got: “Ji şeva borî ve baranek dijwar dibare û mixabin li hemû navçeyên qeraxên derya bûn sedemê lehîyan. Li navçeya Bozkurtê ava lehiyê gihiştiye bajar û niha em qenal vedikin. Heta niha ziyaneke canî nîne. Lê hin welatiyên me asê mane.”

Parêzgarê Kastamonuyê da xuyakirin, li gor agahiyên gihiştine wan; qatên jêr yên 25 avahiyan di bin avê de mane û heta niha derbarê ziyanên canî de agahî negihiştine wan.

Li gor agahiyên dawî, hejmarek pir ji ber lehiyan ruxiyan û hinek ji wan jî, bi zanebûn hatin ruxandin ku ava lehîyan bandor li bajaran neke. Her wiha lehiyan ziyaneke mezin gihandiye rêyan û sedan avahîyan ziyan dîtine.