Operasyonên Hevbeş: Hevahengiya me ya bihêz bi Pêşmerge re heye

Du lîwayên hevbeş ên ji Pêşmerge û artêşa Iraqê di demeke nêzîk de dê dest bi karên xwe ji bo dagirtina valahiya ewlehiyê bikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Iraqê Tehsîn Xefacî da zanîn, civînên gelekî girîng di navbera şanda Wezareta Pêşmerge û Fermandariya Operasyonên Hevbeş û hêzên ewlekariyê de hatin kirin.

Tehsîn Xefecî di dema beşdariya di bulteneke nûçeyan a K24ê de ragihand, li hin navçeyan valahiya ewlehiyê bi kûrahiya 40 km di navbera hêzên Pêşmerge û hêzên federal de heye û di civînên di navbera her du aliyan de tekezî li ser nehîştina astengiyan kirin, ta ku karên hevbeş bêne kirin, valahî bê dagirtin û bi hev re rûbirûyî şaneyên razayî yên terorê bibin.

Got jî, ew kar ji bo rûbirûbûna hemû gef û êrîşên li dijî Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal tên kirin dikin, ji bo vê armancê jî du lîwayên hevbeş hatin damezirandin û pêngavên wê di qonaxa dawiyê de ne û dê di demeke nêzîk de dest bi karên xwe ji bo dagirtina valahiya ewlehiyê bikin.

Diyar kir jî, di serdana şanda Wezareta Pêşmerge ya vê dawiyê bo Bexdayê û civînên wan ên ligel aliyê ewlekariyê yên Iraqê de, tekezî li ser mîkanîzma karê di navbera hêzên Pêşmerge û hêzên Iraqî de hate kirin ji bo rûbirûbûn gefên ewlekariyê.