Serokwezîr Mesrûr Barzanî beşdarî şîna du mamosteyên zanîngehê bû

Serokwezîr Mesrûr Barzanî sersaxî û xemgîniya xwe gihande malbat û kesûkarên wan her du mamosteyan.

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî beşdarî şîna Dr. Kawan Îsmaîl û Dr. Îdrîs Hemexan bû.

Îro çarşemê 29ê Hezîrana 2022yan, Serokwezîr Mesrûr Barzanî li bajarê Hewlêrê beşdarî şîna Dekanê Fakulteya Yasa Dr. Kawan Îsmaîl û Mamostezê Fakulteya Endezyarî ya Zanîngeha Selahedîn Dr. Îdrîs Hemexan bû, ku duh di kiryareke tawankarî de canê xwe ji dest dan.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî sersaxî û xemgîniya xwe gihande malbat û kesûkarên wan her du mamosteyan û hêviya xwe anî ziman ku Xwedayê mezin giyanên wan bi bihiştê şad bike û aramî bide her kesî.