Peyama Serok Barzanî ji bo koça dawî ya Mihemed Emîn Feqê Hesen Dergeleyî

Ji ber koça dawî ya Mihemed Emîn Feqê Hesen Dergeleyî, Pêşmergeyê Komara Kurdistanê û yek ji yawerên Barzaniyê Nemir bo Yekîtiya Sovyetê, Serok Mesûd peyameke sersaxiyê belav kir.
Serok Barzanî
Serok Barzanî

Hewlêr (K24) – Ji ber koça dawî ya Mihemed Emîn Feqê Hesen Dergeleyî, Pêşmergeyê Komara Kurdistanê û yek ji yawerên Barzaniyê Nemir bo Yekîtiya Sovyetê, Serok Mesûd peyameke sersaxiyê belav kir.

Serok Barzanî di peyama xwe de diyar kir ku Mihemed Emîn Feqê Hesen Dergeleyî temenekî dûr û dirêj ji bo xebat û Kurdayetiyê terxan kir û yek ji pêşengên qehremanî û pêşmergetiyê bû.

Peyama sersaxiyê ya Serok Barzanî wiha ye:

Bi navê Xwedayê mezin û dilovan

Bi dilekî xemgîn me nûçeya koça dawî ya Pêşmerge û têkoşerê dêrîn Mihemed Emîn Feqê Hesen Dergeleyî bihîst. Rehmetî Mihemed Emîn Feqê Hesen Dergeleyî Pêşmergeyê Komara Kurdistanê ya li Mehabadê û yawerê Barzaniyê Nemir bo Sovyetê û Pêşmergeyê Şoreşa Îlonê û xwediyê madalyaya Barzaniyê Nemir bû û temenekî dûr û dirêj ji bo xebat û Kurdayetiyê terxan kir û yek ji pêşengên qehremanî û pêşmergetî û têkoşeran bû.

Ez sersaxiyê ji malbata Mihemed Emîn Feqê Hesen Dergeleyî, xizm û nasên wî û hemû têkoşerên Kurdistanê re dixwazim. Ez ji Xwedayê mezin hêvî dikim, giyanê rehmetî bi bihuştê şad bike û sebr û aramiyê bide her kesî.

Înna Lîllah We Înna Îleyhî Racîûn (Em ji Xweda hatin û em ê dîsa vegerin cem wî)

Mesûd Barzanî

30yê Hezîrana 2022yan