Babacan: Nabe HDP li derve were hîştin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Giştî yê Partiya DEVA dibêje, pêwîst e namzedê aliyê dijberê kesek be, di gera yekem de were hilbijartin û nabe HDP li derve were hîştin.

Serokê Giştî yê Partiya Deva Elî Babacan da xuyakirin, armanca wan ew e ku namzedekî diyar bikin ku di gera yekem ya hilbijartinê de were hilbijartin, eger na, her partî dikare namzedê xwe destnîşan bike.

Babacan got, piştî guhertina desthilatê, bi awayê yasayî nebe jî, bi kirdarî divê sîstema parlamenterî were danîn.

Babacan bal kişand li ser girîngiya HDPê û got, heta niha bi HDPê re pêwendiya wan ya rasterast nîne, lê belê nabe HDP li derve were hîştin.

Ev yek di demekê de ye, serokên şeş partiyên dijbere îro careke din dicivin. Di civîna pêncemîn ya wan aliyan de, naye çaverêkirin namzedê hevbeş bo Serokomariyê were destnîşankirin.

Serokên Giştî yên Partiyên dijbere Kemal Kilicdaroglu, Meral Akşener, Elî Babacan, Ehmed Davutoglulu, Temel Karamollaoglu û Gultekîn Uysal bo cara pêncan îro dicivin. Serokan navê civînê kirine, Lûtkeya Sêyem ya Mustafa Kemal.

Li gor agahiyan, naye çaverêkirin namzetê Serokomariyê were diyarkirin, ligor agahiyan, namzed meha Tebaxê dê were diyarkirin.

Ji aliyê xwe ve jî, HDP rexneyên tund li partiyên dijbere digre ku helwesta wan derbarî çareseriya pirsa Kurd de diyar nakin. Eger partiyên dijbere helwesta xwe neguherînin, divê daxwaza piştevaniyê ji wan nekin.