Darezandina doza tawanên JÎTEMê li dadgeha Semsûrê birêve diçe

Diyarbekir (K24) – Doza JÎTEMê ku hinceta ewlehîyê hatibû nîşandan û ji sala 2014’an ve li 1. dadgeha Cezayê Giran a bajêrê Semsûrê birêve diçe de; tê çaverêkirin ku îro biryar bê dayîn. Parêzerên dozê balê dikşînin ku li bajêrên Bakûr û Tirkiyê di binpêkirinên giran yên di salên 1990’an de, tawanbar û berpirsên wan binpêkirinan nayên ceza kirin û doz ji ber wextê tên betal kirin.

Doza ku ji bo 4’ê Hezîrana 2022’an hatibû paşxistin îro di demjimêr 10:00an de dest pê kir.

Doz di 30’ê Cotmeha 2014’an de, bi biryara ku 5 leşkerên di Qerekola Navendî ya Kerboranê de peywirdarbûne, (Fermandarê Tabûra Cendirmeyan yê Mêrdînê Hursît Îmren, Fermandarê Qerekola Cendirmeyan a Kerboranê Mehmet Tîre, Fermenadarê Cendirmeyan yê Qerekolê Mahmût Yilmaz, Cîgirê Fermendarê Cendirmeyan yê Qerekolê Haydar Topçan û Çawûşê Pispor ku li heman qerekolê Şofêrî dikir: Kerîm Şahîn) bi tawana ku ‘mirov kuştine’ hatibû vekirin.

Li ser daxwaz û belgeyên ku ji aliyê hiqûqnas û parêzvanên mafên mirovî ve li dosyayê hatine zêde kirin, doz bi tawanên din yên ku ji aliyê endamên JÎTEMê ve hatine kirin ve hat girêdan û di rûniştina îro de tê çaverêkirin ku biryar bê dayîn. Di dozê de, 16 endamên JÎTEMê û gelek cerdewanên ku hevkarî bi wan re kirine tên darezandin.

Doz ji aliyê Navenda Dadwerî Heqîqet û Bîrdankê ve, Baroya Mêrdînê û gelek parêzeran ve tê şopandin û pejirandin.

JÎTEMê rêxistinek e bi destê vê rêxistinê nivîskarê Kurd Mûse Anter, parlemanterê Mêrdînê yên DEP Mihemed Sîncar, serokê HADEPê yê Diyarbekirê Wedat Aydin û bi dehan ronakbîr û welatiyên kurd hatine kuştin.

Li sala 2006 û li ser mikurhatinên endamê Jîtemê Abdulkadir Aygan, serdozgeriya Diyarbekirê yê wê demê doz vekir û heta niha bîst û şeş kes tê de tên darezandin.

Ji sala 2006an de doza JÎTEMê di nav dadgehên sîvîl û leşkerî ên Tirkiyê de diçe û tê û heta niha hîn biryarek derbarê wê dozê de nehatiye standin.