Balyozê Amerîka: Bi diltengî xatir ji Kurdistanê dixwazim

Piştî salekê, erkê dîplomasî yê Konsulê Giştî yê Amerîka li Herêma Kurdistanê Robert Palladino bi dawî bû
Konsulê Giştî yê Amerîka li Herêma Kurdistanê Robert Palladino li cem peykerê helbestvan Dildar
Konsulê Giştî yê Amerîka li Herêma Kurdistanê Robert Palladino li cem peykerê helbestvan Dildar

Navenda Nûçeyan (K24) – Konsulê Giştî yê Amerîka li Herêma Kurdistanê Robert Palladino ku erkê wî yê dîplomasî li Herêma Kurdistanê bi dawî dibe dibêje: “Bi diltengî xatir ji Kurdistanê dixwazim.”

Konsulê Giştî yê Amerîka li Herêma Kurdistanê Robert Palladino di peyamekê de ku li rûpela Konsulxaneya Amerîkî ya li “Facebook” hat belavkirin, tê de ragihand, “Ji bo hevalên min ên Herêma Kurdistanê, erkê min yê dîplomasî yê yeksalî li Herêma Kurdistanê bi dawî hat. Hêviya hûn bizanin ku ez bi diltengî xatir dixwazim û ti carî we ji bîr nakim.”

Got jî: “Bi vegera ji sala par, ez gihîştim wê çendê ku Kurdistanê ez guhartim. Îro hez û rêzeke mezin ya gelê Kurdistanê di dilê min heye. Mêvandostî û pêşwazîkirina we li min û hevpîşeyên min ên Amerîkî, ji bîr nakim.”

Her wiha Konsulê Giştî yê Amerîka dibêje: “Spas ji bo havaltî, bîrewerî û karên gelekî giring yên ku me bi hev re bi dest aniye. Her wiha spas ji bo hevbeşkirina kulturê ciwan.”

Di beşeke din a peyama xwe de Palladino dibêje: “Di dema 30 salên borî de, Herêma Kurdistanê rêyeke dirêj derbas kiriye û gelek tiştên wê hene ku şanaziyê pê bike. Proseya riya demokrasiyê, dirêj û dijwar e. Belê Amerîka dê li vir be û dê bi we re be. Hêviya hûn bizanin ku ez ê li Washingtona Paytext piştevanê we bim.”

Balyozê Amerîka destnîşan kir jî: “Amerîka û Herêma Kurdistanê niha û di paşerojê de jî bi hev re baştir in û dê wiha jî bimînin.”

Balyozê Amerîka hin wêneyên xwe yên li Herêma Kurdistanê belav kirin: