Kabîneya Nehem zêdetir ji 120 milyar Dînar ji bo rûbirûbûna Koronayê terxan kiriye

Di Kabîneya Nehem de, ji bo cara yekem çaksazî di sîstema tendirustiyê de hat kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Tendirustiyê yê Herêma Kurdistanê radigihîne, di heyama sê salên borî de zêdetir ji 120 milyar Dînar ji bo rûbirûbûna vîrûsa Koronayê hatine terxankirin.

Wezîrê Tendirustiyê yê Herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzincî ji K24ê re ragihand, ji destopêka destbikarbûna Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, çend nexweşî li Herêma Kurdistanê belav bûn, wek influenza werzî û ku di pişt re bû pêla yekem a Koronayê.

Got jî, erkê Wezareta Tendirustiyê di heyama sê salên borî de ji baştirkirina xizmetguzariyan sereke bû. Diyar kir jî, di Kabîneya Nehem de, ji bo cara yekem çaksazî di sîstema tendirustiyê de hat kirin.

Destnîşan kir jî, ji destpêka Kabîneya Nehem û heta niha qeyran berdewam in, ligel valahiya ku Hikûmeta Iraqê dirust kiriye, eger ne ji piştevaniya Hikûmeta Herêmê û Serokê Hikûmetê ba, dê sîstema tendirustiyê rastî pûçbûnê bihate. Hikûmeta Herêmê bi riya çend budceyên taybet piştevanî li sektora tendirustiyê kiriye.

Diyar kir jî: “Mehane nêzîkî 14 milyon Dînar ji bo derman û pêwîstiyên bijîşkî tê veqetandin. Şanseke me ya baş heye ku Serokê Hikûmetê bi xwe giringiyê dide sektora tendirustiyê. Di rûbirûbûna Koronayê de, di salên borî de, Hikûmeta Herêma Kurdistanê zêdetir ji 120 milyar Dînar terxan kiriye.”