Serok Barzanî: Ez sersaxiyê li malbata Pêşewa Qazî Mihemed dikim
Hewlêr (K24) – Serok Mesûd Barzanî ji bo koça dawî ya Elî Qazî, kurê Pêşewa Qazî Mihemed, peyameke sersaxiyê arasteyî malbata Pêşewa Qazî kir.
Peyam sersaxiyê ya Serok Barzanî wiha ye:
Bi navê Xwedayê mezin û dilovan
Bi xemeke mezin min nûçeya koça dawî ya Kak Elî Qazî kurê Pêşewa Qazî Mihemed bihîst.
Pirse û sersaxiyên xwe pêşkêşî malbata têkoşer û niştimanperwer Pêşewa Qazî dikim û xwe bi hevbeşê xema wan dizanim.
Ji Xwedayê mezin hêvîdar im ruhê xwedê jêrazî Kak Elî Qazî bi behişta fireh şad bike û hedar û aramiyê bi hemû aliyek bibexşîne.
Înna Lîllah We Înna Îleyhî Racîûn (Em Ji Xweda Hatin û Emê Dîsa Vegerin Xweda)
Mesûd Barzanî
10.07.2022