FAO: Hejmara welatên ku metirsî li ser asayîşa wan a xurekê heye zêde bûye

Rêxistina Xurek û Çandiniyê ya ser bi Neteweyên Yekbûyî (FAO) ragihand, hejmara welatên ku pêwîstiya wan bi alîkariya derve heye ji bo seqamgîrbûna asayîşa xurekê, zêde bûye.

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêxistina Xurek û Çandiniyê ya ser bi Neteweyên Yekbûyî (FAO) ragihand, hejmara welatên ku pêwîstiya wan bi alîkariya derve heye ji bo seqamgîrbûna asayîşa xurekê, zêde bûye.

Rêxistina FAO di raporta xwe ya herî dawî de ji bo meha Tîrmehê ragihandiye, bihayê kelûpelên xwarinê di meha Hezîranê de hinek daketiye, sedema wê jî daketina bihayê rûnê gulberoj û genim û şekir e, li hember wê, bihayê şîrînahî û goşt zêde bûye.

FAO eşkere kiriye, welatên Asya yên ku pêwîstiya wan bi alîkariya derve heye, ev in; Iraq, Pakistan, Efxanistan, Bangladeş, Yemen, Sûriye û çend welatên din.

Herwiha diyar kiriye, 46 welat li ser asta cîhanê, ku ji wan 33 welat li Efrîqayê, 10 welat li Asyayê û 2 welat li Amerîkaya Başûr û welatekî Ewropayê, pêwîstiya wan bi alîkariya derve heye.

FAO destnîşan kiriye, şer û nakokiyên navxwe yên li çendîn welatan, sedema tunebûna asayîşa xurekê ye, ji ber şerê Rûsya û Ukraynayê, hejmareke mezin a Ukraynî, aware bûne. Srîlanka jî ji destê qeyrana xurek û sotemeniyê dinale, wisa kir ku xwepêşanderan êrîş kirin ser Koşka Serokatiya welatê xwe.