NATO: Radestkirina daxwazkariyên Tirkiyê dê li gor Peymana Dadgeha Ewropayê be

Sekreterê Giştî yê NATO’yê diyar kir, Swîd û Fînlanda dê ligel Tirkiyê zêdetir kar bikin
Sekreterê Giştî yê NATO’yê Jens Stoltenberg
Sekreterê Giştî yê NATO’yê Jens Stoltenberg

Navenda Nûçeyan (K24) – Sekreterê Giştî yê NATO’yê Jens Stoltenberg ragihand, Swêd û Fînlanda jî di nav de, PKK di lîsteya terorê ya hemû endamên Yekîtiya Ewropayê de ye. Stoltenberg got ku hevkariya li dijî PKK’ê gelek giring e.

Stoltenberg li Parlamentoya Ewropayê beşdarî rûniştineke li ser encamên Lûtkeya Madrîdê û hevkariya Yekîtiya Ewrûpa-NATO’yê bû. Stoltenberg diyar kir ku NATO ji dawiya Şerê Sar û vir ve nûvekirina herî berfireh a pergalên parastina kolektîf dike.

Stoltenberg diyar kir, Swîd û Fînlanda dê ligel Tirkiyê zêdetir kar bikin û got, Swîd û Fînlanda jî di nav de PKK di lîsteya terorê ya Yekîtiya Ewrûpayê de ye.

Stoltenberg ragihand, parvekirinên hewalgeriyê, karkirina bi hev re û radestkirina daxwazkiriyan mijareke giring e.

Sekreterê Giştî yê NATO’yê Jens Stoltenberg derbarê radestkirina daxwazkiriyan ji bo Tirkiyê de jî wiha got, radestkirin dê li gor Peymana Dadgeha Ewropayê pêk bên.

Roja 28ê Hezîrana 2022yan, di roja yekem a Lûtkeya NATOyê de li Madrîda paytexta Îspanyayê, civînek hate kirin û her sê welatan, Tirkiye, Fînlanda û Swêd ji bo berdewamiya piştevaniya li dijî her gefeke li ser ewlekariya hevdu, peymanek îmze kirin.

Astengkirina çalakiyên PKKê û radestkirina kesên ku Tirkiye wan weke terorist bi nav dike û daxwaza wan ji Swêd û Fînlandayê dike, xalên sereke yên naveroka peymanê bû.

Piştre jî Wezîrê Dadê yê Tirkiyê Bekir Bozdag da xuyakirin, bi tometa endamtiya rêxistinên terorê, wan ji Swêd û Fînlandayê daxwaza radestkirina 17 endamên PKKê û 16 endamên Cemaeta Gulen kirine.