Li Diyarbekirê îsal 750 hezar donim pembû hatiye çandin

Cotkar, ji lêçûnên zêde gazindan dikin. Xebatkarên pembûyî jî tevî germahiya zêde ji bo debara malbata xwe dixebitin.
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) - Li Diyarbekirê îsal li ser 750 hezar doniman cotkariya pembûyî hatiye kirin. Tê çaverêkirin ku îsal 370 hezar ton pembû were berhemanîn.  Cotkar, ji lêçûnên zêde gazindan dikin. Xebatkarên pembûyî jî tevî germahiya zêde ji bo debara malbata xwe dixebitin.

Diyarbekir, yek ji navendên cotkariya pembûyî ye. Li gorî zanyariyên Rêveberiya Cotkariya Diyarbekirê, îsal %40 cotkariya pembûyî zêde bûye.  Di 2021an de li ser 530 hezar doniman cotkariya pembûyî hat kirin lê îsal li ser 750 hezar doniman cotkarî tê kirin. Cotkar dibêjin; par bihayê pembûyî baş bû û heger ne ji lêçûnên zêde be ew çaverê dikin ku îsal jî dahateke baş jê bigirin.

Cotkar Cîhat Fîdan ji K24ê re diyar kir: “Îsal rewşa pembûyî li gor salên borî baştir e. Ev du-sê sal in ji ber baranê jî baş e. Lê belê lêçûnên pembûyî zêde bûne, bihayê mazot û dermanan û gibreyî giran e.”

Li Tirkiyeyê ji aliyê berhemanîna pembûyî ve Riha di rêza yekem de; Diyarbekir jî di rêza duyem de cih digire. Bi vê yekê %52yê pembûyê Tirkiye û Bakur li van herdu bajaran tê berhemanîn. Ji bo berhemanîna zêde û baş xebatkarên pembûyî çape dikin. Xebatkar dibêjin; dema ku rewşa cotkariya pembûyî baş be ew jî derfeta kar peyda dikin.

Çawişê karkeran Yehya Yabatu diyar kir: “Şertên debarê giran bûne. Destheqê xebatkaran li gorî par sedî sed zêde bûye, lê belê li gor min dîsa jî têrê nake. Em saet 7ê sibehê dest pê dikin û heta 5ê êvarî dixebitin. Gelek germ e, lê şertên debarê îro wiha ne, em jî neçar in ku li ber vê germê kar bikin.”

Karker Xatun Xanim destnîşan kir: “Em demjimêr 6 û nîvê sibehê ji mal derdikevin û demjimêr 7an dest bi kar dikin, em çi bikin ma? Jiyana me ya havînê wiha derbas dibe.”

Karkereke din a bi navê Yagmur Yildirim jî dibêje: “Karê me zehmet e,  em gelek diwestin.”

Herwiha karker Meyrem Etîg jî diyar dike: “Par em 15-16 rojan xebitîn lê îsal ev nêzîkî mehekê ye em dixebitin. Derbas dibe, jixwe dinê germ e, lê baş derbas dibe.”

Li Diyarbekir pileya germahiyê 42 pile ye. Karkerên pembûyî rojane bi 150 lîreyan dixebitin û pê debara malbata xwe dikin. Ew dibêjin; tevî vê germahiyê jî xebata li vir çêtir e ji ya li bajarên rojavayê Tirkiyê.