Kazimî: Tirkiyê guh nedaye daxwazên Iraqê

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî li ser topbarana devera geştyariyê ya li Zaxoyê, peyamek belav kir.
Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî
Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî li ser topbarana devera geştyariyê ya li Zaxoyê, peyamek belav kir û ragihand, artêşa Tirkiyê dîsa serweriya xaka Iraqê û jiyana welatiyan binpê kiriye.

Mistefa Kazimî îro çarşemê 20ê Tîrmeha 2022yan di peyamekê de ragihand, artêşa Tirkiyê bi rêya topbarankirina devereke geştyariyê ya ser bi parêzgeha Duhokê, dîsa xaka Iraqê û welatiyên wê binpê kiriye û bûye sedema şehîd û birîndarbûna hejmarek welatiyan, ku piraniya wan jin û zarok in.

Kazimî eşkere kir, ev destdirêjiya dirindane, wê yekê derdixe holê ku aliyê Tirkiyê guh nedaye daxwazên berdewam ên Iraqê.

Serokwezîrê Iraqê dibêje: “Iraq pabendî yasayên rêzgirtina cîrantiyê ye, em wê yekê red dikin ku her aliyek xaka Iraqê li dijî welatekî din bi kar bîne, li hember wê, em red jî dikin ku di bin vê hincetê de jiyana welatiyan bikeve metirsiyê.”

Mistefa Kazimî diyar kir: “Ji bo parastina welatiyên xwe, mafê Iraqê ya bersivdana êrîşan heye.”