Mesrûr Barzanî: Ez hêvîdar im Goran û aliyên beşdar ên hikûmetê ji bo cîbicîkirina çaksaziyê hevkar bin
Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya salvegera beşdariya siyasî ya Tevgera Goran, pîrozbahiyê li tevgerê dike û dibêje: “Ez hêvîdar im Goran û aliyên beşdar ên hikûmetê ji bo cîbicîkirina çaksaziyê hevkar û hevaheng bin.”
Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyamekê de diyar kir: “Bi boneya sêzdehemîn salvegera ragihandin û beşdariya Tevgera Goran di proseya siyasî de, ez pîrozbahiyê li hemû endam û alîgirên Tebgera Goran dikim û hêviya serkeftin û pêşketina wan dixwazim ji bo xizmetkirina xelkê Kurdistanê û dakokîkirina destkeft û pirsên niştimanî.”
Mesrûr Barzanî hêviya xwe anî ziman ku Tevgera Goran weke aliyekî girîng ê pêkhênerên Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ligel aliyên din ên beşdarên hikûmetê, zêdetir hevaheng û hevkar bin, da ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê bernameya xwe ya çaksaziyê baştir cîbicî bike û zêdetir xizmeta welatiyên Herêma Kurdistanê bike ji bo siberojeke geştir bo gelê Kurdistanê.
Tevgera Goran di Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, ku Mesrûr Barzanî serokatiya wê dike, beşdar bûye û çar wezîr û hejmarek rayedarên wê yên payebilind hene.