Rûniştina Encûmena Asayîşê dest pê kir

Civîna Encûmena Asayîşa Navdewletî li ser rewşa Rojhilata Navîn dest pê kir.
Encûmena Asayîşa Navdewletî
Encûmena Asayîşa Navdewletî

Hewlêr (K24) – Civîna Encûmena Asayîşa Navdewletî li ser rewşa Rojhilata Navîn dest pê kir.

Di civînê de Nûnerê Yekîtiya Ewropayê ragihand, ew daxwaz dikin pirsa Sûriyê bidin Dadgehên Navdewletî.

Herwiha Ewropa dijayetiya xwe ji bo operasyona Tirkiyê ya li Sûriyê ragihand.

Parlamentoya Iraqê di rûniştina roja 23ê Tîrmeha 2022yan de li ser êrîşên Tirkiyê yên ser axa Iraqê civiya û di daxuyaniyekê de diyar kiribû, Encûmena Asayîşa Navdewletî dê li ser êrîşên Tirkiyê yên li axa Iraqê bicive.

Berdevkê Wezareta Derve ya Iraqê Ehmed Sehaf duh ji ajansa fermî ya welatê xwe re ragihand: “Ji bo yekkirina helwestan li hember êrîşên Tirkiyê, piştevaniya navdewletî bi dest hatiye.”