Serok Barzanî pêşwazî li Konsulê Giştî yê Kuweytê kir

Bi boneya bidawîbûna erkê xwe û ji bo xatirxwestinê serdana Serok Barzanî kiriye.

Hewlêr (K24) – Baregeha Barzanî ragihand, îro Serok Barzanî pêşwazî li Konsulê Giştî yê Kuweytê kir, ku bi boneya bidawîbûna erkê xwe û ji bo xatirxwestinê serdana Serok Barzanî kiriye.

Di daxuyaniya Baregeha Barzanî de ku îro 26ê Tîrmeha 2022yan hatiye belavkirin, hat diyarkirin: “Serok Mesûd Barzanî li Selahedîn pêşwazî li Konsulê Giştî yê Kuweytê yê li Hewlêrê Umer El Kenderî kir.”

Serdana Konsulê Giştî yê Kuweytê bo Serok Barzanî, bi boneya bidawîbûna erkê wî, bi mebesta xatirxwestinê bûye.