Serok Barzanî sala nû ya Koçî pîroz kir

Serok Mesûd Barzanî bi boneya hatina sersala Koçî ya 1444an, peyamek arasteyî misilmanên Kurdistan û Iraq û cîhanê kir.
Serok Mesûd Barzanî
Serok Mesûd Barzanî

Hewlêr (K24) – Serok Mesûd Barzanî bi boneya hatina sersala Koçî ya 1444an, peyamek arasteyî misilmanên Kurdistan û Iraq û cîhanê kir û got: “Ji Xwedayê mezin hêvîdar im, aştî û aramiyê li ser navçeya me û hemû mirovayetiyê bikêşe.”

Peyama pîrozbahiyê ya Serok Barzanî wiha ye:

Bi navê Xwedayê mezin û dilovan

Bi helkefta hatina serê sala 1444an a Koçî germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî misilmanên Kurdistan û Iraq û hemû cîhanê dikim.

Ji Xwedayê mezin hêvîdar im hatina sala nû ya Koçî ji bo hemû aliyek bibe sedema kameranî û bextewerî û xweşiyê û aştî û aramiyê li ser navçeya me û hemû mirovayetiyê bikêşe.

Her bimînin di xêr û xweşiyê de

Mesûd Barzanî

30yêZîlhîcceya 1443yan a Koçî

29ê Tîrmeha 2022yan a Zayînî