Li Ranya otomobîlek ji aliyê dronekê ve hat armanckirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Dronekê otomobîlek li qezaya Ranya ya Başûrê Ranya kir armanc û tê gotin ku 2 çekdarên PKKê di otomobîlê de bûn.
Peyamnêrê K24ê li Ranyayê da zanîn, otomobîlek li ser riya Ranya – Çarqurne li nêzîkî bajêr ji aliyê dronekê ve hat armanckirin.
Li gor zanyariyên destpêkê, 2 kes di otomobîlê de bûn, yek ji wan birîndar bûye û ji bo nexweşxaneya Ranyayê hatiye veguhastin û kesê din jî çarenivîsa wî ne diyar e.
Şahidhalekî ji peyamnêrê me gotiye, ew kesên di nava otomobîlê de, çekdarên PKKê bûn.
Di dema borî de, çendîn car in berpirs û çekdarên PKKê li binarê çiyayê Qendîlê, Silêmaniyê û derdora Ranyayê hatine armanckirin.