Şivan Perwer li dijî Tatlises gilî tomar kiriye

Sedema giliyê ew e ku Tatlises bêyî detûra Şivan Perwer, straneke wî bi Tirkî gotiye.
Şivan Perwer û Îbrahîm Tatlises
Şivan Perwer û Îbrahîm Tatlises

Hewlêr (K24) – Hunermend Şivan Perwer li dijî Îbrahîm Tatlises gilî tomar kiriye û li gor zanyariyan, sedema vê yekê ew e ku Tatlises bêyî detûra Şivan Perwer, straneke wî bi Tirkî gotiye.

Kurê Îbrahîm Tatlises, Ahmet Tatli bi hinceta ku “ne li ser hişê xwe ye” şerh daniye ser mal û milkên bavê xwe.

Hatibû îdiakirin ku li ser hemû mal û milkên Tatlises, bi milyonan lîre deynên bacê hene. Hunermed û nivîskar Onur Akay jî, belgeyên derbarê hecza li ser mal û milkên Îbrahîm Tatlises belav kir.

Onur Akay eşkere kiriye ku Şivan Perwer di sala 2014an de li dijî Îbrahîm Tatlises gilî tomar kiriye û dadgehê biryara cezayê maddî li ser Tatlises sepandiye, lê belê Îbrahîm Tatlises pereyê ku hatiye diyarkirin, nedaye Şivan Perwer, li ser vê yekê Perwer bi rêya parêzerên xwe, Tatlises daye îcrayê.