Baregeha Barzanî rêya çareserkirina kêşeyên Iraqê eşkere dike

"Yekane rê ji bo çareserkirina qeyrana siyasî ya Iraqê û nehiştina kêşe û pirsgirêkan, rêya hevtêgihîştin û hevqebûlkirin e."

Hewlêr (K24) – Baregeha Barzanî li ser geşedan û aloziyên van demên dawî yên Iraqê, îro sêşemê 3yê Tebaxa 2022yan daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniya Baregeha Barzanî de hat diyarkirin, yekane rê ji bo çareserkirina qeyrana siyasî ya Iraqê û nehiştina kêşe û pirsgirêkan, rêya hevtêgihîştin û hevqebûlkirin e.

Daxuyaniya Baregeha Barzanî wiha ye:

Bi navê Xwedayê mezin û dilovan

Li ser geşedan û aloziyên van demên dawî yên Iraqê, em tekezî li ser gotinên Cenabê Serok Barzanî yên di roja 30yê Tîrmehê de di merasîma pêşwaziya rûfatên jenosîdkiriyên Barzanî de dikin, ku tenê rêya çareserkirina qeyrana siyasî ya Iraqê û nehiştina kêşe û pirsgirêkan, rêya diyalog, hevtêgihîştin û hevqebûlkirin e.

Baregeha Barzanî

2yê Tebaxa 2022yan