Amirî piştevaniyê li destpêşxeriya Kazimî dike

Serokê Hevpeymaniya Feth Hadî Amirî di daxuyaniyekê de tekezî li çareserkirina kêşeyan bi rêya aramkirina rewşê, dike.
Serokê Hevpeymaniya Feth Hadî Amirî
Serokê Hevpeymaniya Feth Hadî Amirî

Hewlêr (K24) – Serokê Hevpeymaniya Feth Hadî Amirî di daxuyaniyekê de tekezî li çareserkirina kêşeyan bi rêya aramkirina rewşê, dike.

Hadî Amirî îro çarşemê 3yê Tebaxa 2022yan daxuyaniyek belav kir û got, eger rewşaIraqê neyê aramkirin, kêşe çareser nabin.

Amirî piştevaniya xwe li daxuyaniya Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî ya li ser bûyerên van demên dawî yên Iraqê nîşan da, ku Kazimî daxwaz kiribû, gotûbêjeke niştimanî ya giştgîr were encamdan.

Serokê Hevpeymaniya Feth diyar kir: “Em pesnê her hewlekê dikin ku rewşa Iraqê ji vê tengavê rizgar bike û hemû pêkhateyan jê razî bin.”

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî di peyamekê de ku di 1ê Tebaxê de arasteyî xelk û aliyên siyasî kir, daxwaz kir ku hemû alî li ser maseyekê bicivin û xwe ji zimanê tohmetkirinê biparêzin.

Mistefa Kazimî di peyama xwe de daxwaz kir, hemû aliyên siyasî aramiyê biparêzin û bi zimanê eql û mentiq tev bigerin û danekevin asta pevçûnê.