Çavdêrên siyasî: AK Partî ber bi windakirina desthilatdariyê ve diçe

kurdistan24.net

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê partiyên siyasî amadekariya hilbijartinan dikin, lêkolîn û rapirsînê ku tên kirin jî, ji aliyê raya giştî ve bi bladarî tên şopandin. Li gor encamên rapisrsiyan jî dengên dengdêrên Kurd, ji bo hevsengiyên siyasî girîng û diyarker tê nirxandin.

Çavdêrên siyasî û lêkolîner, radigihînin ku li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê di nav 2 salên dawî de bereya Tifaqa Cûmhûr ku desthilatdar e, her diçe dengên xwe kêm dike û di rapirsiyan de, êdî bereya opozisyonê bi pêşiya desthilatdariyê ketiye.

Rêvebirê Navenda Lêkolînan RAWESTê Rojesîr Girasûn balê dikşîne ku wan jî hefteyekî berê rapirsiyekî li bajêrên bakûr kiriye û aşkere dibe ku Partiya Dad û Geşepêdanê Ak-Partî û bereya Tirfaqa Cûmhûr her diçe deng winda dikin, li gel vê yekê partiyên opozisyonê yên nû û Partiya Komarî ya Gel CHP jî dengên xwe zêde dike

Rêvebirê Navenda Lêkolînan RAWESTê Rojesîr Girasûn ji K24ê re got: “Niha tablo û rewşeke nû derdikeve holê. Berê Ak-Partî û HDP tenê li herema zêdetirên dengan bo xwe dibirin. Lê îro em dibînin ku hilbijêrên Kurd desngên xwe ji bo partiyên nû jî bikar tînin. CHP li bajêrên bakûrê Kurdistanê li Diyarbekire, Mêrdîn, Wan û Rihayê em dibînin ku dengên xwe çar qat zêde kiriye. Ev jî wê nîşan dide ku di demên nêz de, yanî di hilbijartinên pêş yên yekem de, li van bajaran piştî 20 sal li hin bajaran piştî 30 salan parlamenteran bidest ve bîne.”

Li gorî çavdêran sedemên serekî yên paşdeçûyîna dengên Ak-Partîyê bi tifaqa Cumhûr re; têkçûyîna serdestiya hiqûqê û nemayîna baweriya ji dadperweriyê, polîtîqayên ewlekariyê û bi wan ve girêdayî rûdana qeyrana aborî, zêdebûyîna gendeliyan û zêdebûyîna cudagirtinên li nav civakê ne.

Çavdêrên Siyasî balê dikişînin ser wê yekê ku di rapirsiyên hilbijartinên 2023’an de, opozisyon ji desthilatdariyê bihêztir buye û heger ku rewş wiha berdewam bike jî dê  opozisyon zêdetir bihêz bibe.

Rojnamevan û çavdêrê Siyasî Nacî Sapan dibêje: “Tirkiye ji aliyê siyasî, aborî û civakî ve di rewşeke xeter de ye û di encamê de jî bi awayekî aşkere xuya dibe ku desthilatdarî jî têk diçe.Em di encmên rapisrsiyan de jî dibînin ku hem namzetên serokkomarî yê bereya Cuhmûr, hem jî ew tifaq bixwe; bi paşiya namzet û partiyên opozisyonê ketine.  Di encamên rapirsiyan de xuya dibe ku CHPê bayekî erênî daye pişta xwe û ber bi desthilatdariyê ve diçe. Dîsa her diçe jî piştgriya ji bo partiyên desthilatdariyê kêm dibe, lê partiyên opoziyonê jî dengên xwe zêdetir dikin.”

Lİ Tirkiyê di serdemên hilbijartinan de, her tim dengdêrên Kurd xwedî rolekî bûn, lê li gor rapirsîyên heta niha hatine kirin, dengê Ak-Partî û CHPê nêzîkî hevbûne û di vê rewşê de li gor hin çavdêr û şîrovekarên siyasî girîngiya dengdêrên Kurdan 4 qat zêdetir buye.gor hin çavdêr û şîrovekarên siyasîî girîngiya dengdêrên Kurdan 4 qat zêdetir bûye.