Doza efserên Kerkûkê yên beşdarî di referandumê de kirin hat girtin

Navenda Nûçeyan (K24) – Dadgeha Leşkerî ya Mûsilê di dawî rûniştina dadgehkirina hejmarek efserên Rêveberiya Polîsa Kerkûkê yên beşdarî di referanduma serxwebûna Kurdistanê di sala 2017an de kirine, biryara girtina dozê da.

Dadgeha Leşkerî ya Mûsilê îro ji bo darizandina 54 efserên Polîsa Kerkûkê ku beşdarî di proseya referanduma serxwebûna Kurdistanê di sala 2017an de kirine, civiya û doz hat girtin.

Fermandarê Polîsa Kerkûkê Lîwa Kawa Xerîb ji K24ê re ragihand, “Îro rûniştina dadgehkirina 54 efserên Rêveberiya Polîsa Kerkûkê birêve çû û wek me berê pêşbînî kiribû, ev doz di berjewendiya efseran de bi dawî hat.”

Lîwa Kawa Xerîb diyar kir, “Berî demekê Wezîrê Navxwe yê Iraqê derbarê vê babetê de, lêborîna giştî derkiribû, rûniştina dadgehkirina wan efseran jî, li ber ronahiya wê biryarê, biryara dawî da û ev doz bi yekcarî hat girtin.”

Lîwa Kawa Xerîb got jî: “Ew efser dê bi serbilindî karê xwe bikin. Bi vê boneyê jî em bi riya Kurdistan24ê re, pîrozbahiyê li wan efseran, malbatên wan û gelê Kurdistanê dikin.”

Referanduma serxwebûnê ya Kurdistanê di 25ê Îlona 2017an de hat encamdan û %93ê xelkê Kurdistanê ji bo serxwebûnê gotin "Belê". Piştre jî Wezareta Navxwe ya Iraqê daxwaza dadgehîkirina efser û karmedên beşdarî di referandumê de kirine, kiribû.