Wezîrê Pêşmerge: Ji bo pêkanîna lîwayên hevbeş me hemû daxwaz cîbicî kirine

Şoriş Îsmaîl di konferanseke rojnamevaniyê de ragihand, serdana wan a Amerîkayê berhemdar bûye û ligel hejmarek rayedarên Amerîkî civiyane .
Konferansa rojnamevaniyê ya Wezîrê Pêşmerge Şoriş Îsmaîl
Konferansa rojnamevaniyê ya Wezîrê Pêşmerge Şoriş Îsmaîl

Hewlêr (K24) – Wezîrê Pêşmerge Şoriş Îsmaîl di konferanseke rojnamevaniyê de ragihand, serdana wan a Amerîkayê berhemdar bûye û ligel hejmarek rayedarên Amerîkî civiyane û tekezî li peyama seqamgîriyê ya Herêma Kurdistanê hatiye kirin.

Şoriş Îsmaîl di konferansa rojnamevaniyê de diyar kir, proseya rêkxistina hêzên Pêşmerge karê pêşîne yê wezaretê ye, Amerîka û hevpeymanên din jî pêdagirî li ser wê yekê dikin ku divê Pêşmerge bibe hêzêke nîzanî ya Kurdistanî.

Îsmaîl eşkere kir: “Rayedarên Amerîkî bi awayekî eşkere ji me re gotin, eger proseya çaksaziyê di hêzên Pêşmerge de bi awayekî erênî pêş nekeve, alîkarî û piştevaniya xwe ku pirçekkirina hêzên Pêşmerge û alîkariyên din li xwe digre, dê rawestînin.”

Wezîrê Pêşmerge ragihand: “Di Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de ji bo yekxistina hêzên Pêşmerge û çaksaziyê, pêngavên baş hatine avêtin, rayedarên Amerîkî jî ji bo wan pêngavan kêfxweşiya xwe nîşan dan, piştgiriya me jî kirin ku ev pêngav, pêngavên mezintir û berfirehtir li pey xwe bînin.”

Li ser pêkanîna lîwayên hevbeş, Şoriş Îsmaîl diyar kir: “Rayedarên Amerîkî di wê baweriyê de ne ku demildest werin pêkanîn, da ku rê li ber metirsî û liv û tevgerên çekdarên DAIŞê bigrin.”

Îsmaîl destnîşan kir: “Li Iraqê çi karek tê pêş, bi dehan pirsgirêk jê re têne dirustkirin, çendîn daxwazên wan hebûn, me hemû cîbicî kirin, ev Iraq niha ye, heta karekî cîbicî dibe, madûbûn û çaverêkirineke mezin pêwîst e.”