Sadir: Em ê serê xwe li ber gendeliyê netewînin

Rêberê Tevgera Sedir dibêje: "Kesê ku gendelkar be dê nikaribe wan bi rê ve bibe

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêberê Tevgera Sedirê Muqteda Sedir radigihîne, ew ê desthilatdariya Iraqê nedin destê “gendelkaran”.

Muqteda Sedir îro li hejmara xwe tora civakî “Twitter” peyamek bi boneya 10ê Muheremê, roja kuştina Husên kurê Elî û hin endamên din ji malbata wî de belav kir.

Sadir nerazîbûna xwe li hemberî gendelî û gendelkaran nîşan da û got: “Ti kesê ku gendelkar be dê me hikum neke û em jî dê serê xwe li ber gendeliyê netewînin.”

Sadir di daxuyaniya xwe ya 6ê Tebaxê de daxwaza hilweşandina parlamentoyê û lidarxistina hilbijartinên pêşwext kiribû û gotibû, hilweşandina parlamentoyê, bûye daxwazeke cemawerî û siyasî û ti çareseriyên din li şûna wê tune ne.

Ji aliyê xwe ve jî, Serokê Îtîlafa Dewleta Yasa Nûrî Malikî duhî Duşemê ew daxwaza Sedir red kir û ragihand, hilweşandina parlemantoyê, guhertina sîstemê û hilbijartinên pêşwext nabe bên kirin, tenê eger parlamento careke din vegere civîna xwe ya asayî bike. Parlamento dê van daxwazan gotûbêj bike û biryarê li ser bide.”

Çarçoveya Hevehangiyê roja 25ê Tîrmeha borî Mihemed Şiya Sûdanî ji bo posta Serokwezîrtiya Iraqê kandîd kir, alîgirên Tevgera Sedir jî li dijî wê yekê roja 30î Tîrmehê daketin kolanan û dest bi xwepêşandan kirin.

Tevî ku hilbijartinên giştî yên Iraqê di Cotmeha sala 2021ê de hatine kirin, lê heta niha aliyên Iraqî li ser avakirina hikûmeta nû, hilbijartina serokomar û destnîşankirina serokwezîr negihîştine ti rêkeftinekê.