Komîsyona Karûbarên Penaberan: Li Yûnanistanê belemeke koçberan bin avê ket

"Bi dehan kesên ku li ser wê belemê bûn, winda ne."

Navenda Nûçeyan (K24) – Komîsyona Karûbarên Penaberan a ser bo Neteweyên Yekbûyî ragihand, belemeke koçberan li benderên Yûnanistanê bin avê ket, ku welatiyên Iraq, Îran û Efxanistanê tê de bûn.

Li gor zanyariyên Komîsyona Karûbarên Penaberan a ser bi Neteweyên Yekbûyî, bi dehan kesên ku li ser wê belemê bûn, winda ne.

Herwiha eşkere kir, îro çarşemê 10ê Tebaxa 2022yan di navbera Tirkiye û Yûnanistanê de, li nêzîkî girava Karpatos a li Deryaya Egeyê, belem bin avê ketiye.

Li gor zanyariyên komîsyonê, nêzîkî 80 koçber di belemê de bûne, piştî ketina bin avê, hêzên deryayî yên Yûnanistanê karîne ji wan 29 kes rizgar bikin û 51 kes jî winda ne.

Belema koçberan ji bajarê Antalya yê Tirkiyê, beriya du rojan bi mebesta ku bigihîje peravên Îtalyayê bi rê ketiye.

Koçberên ku hatine rizgarkirin, hemû mêr in û jin û zarok di nav wan de tune ne, piraniya wan xelkê Efxanistanê ne û ewên din jî Iraqî û Îranî ne.