Ji bo hevdîtina Biden û Putin amadekarî tê kirin

Balyozê Endonezya yê li Moskowê Jose Tavares ragihand, welatê wî amade ye civînek di navbera herdu serokên Amerîka û Rûsyayê di Lûtkeya welatên G20 rêk bixe.

Hewlêr (K24) – Balyozê Endonezya yê li Moskowê Jose Tavares ragihand, welatê wî amade ye civînek di navbera herdu serokên Amerîka û Rûsyayê di Lûtkeya welatên G20 rêk bixe.

Jose Tavares ji ajansa Novosti ya Rûsî re ragihandiye, keş û hewa guncaw e, da ku lûtkeya navbera Serokê Amerîkayê Joe Biden û Serokê Rûsyayê Vladimir Putin di çarçoveya G20 de ku biryar e di meha Mijdara bê de li Endonezyayê birêve biçe.

Ji aliyê din ve, Serokê Endonezyayê Joko Widodo ragihand, Serokê Rûsyayê Vladimir Putin amadebûna xwe nîşan daye ji bo beşdarî Lûtkeya G20 a li girava Balî ya Endonezyayê bibe.

Joko Widodo eşkere kiriye ku Serokê Çînê Şî Cînpîng jî dê beşdarî lûtkeyê bibe.

G20 korbendeke navdewletî ye û ji 19 welatan pêk hatiye, di sala 1999an de ji bo seqamgîriya darayî ya li cîhanê hat damezrandin, ji bilî wezîrên darayî û derve yên van welatan, serokên dewletan jî ji bo mijarên girîng kom dibin.