Serokê Fraksiyona PDKê: Bi destpêşxeriya Serok Barzanî aliyên siyasî dicivin

“PDK bi awayekî berdewam ligel wê yekê bûye ku hilbijartin di dema xwe de were encamdan.”
Serokê Fraksiyona PDK yê li Parlamentoya Kurdistanê Zana Mela Xalid
Serokê Fraksiyona PDK yê li Parlamentoya Kurdistanê Zana Mela Xalid

Hewlêr (K24) – Li ser nakokiyên aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê yên derbarê mijara yasaya hilbijartinan de, Serokê Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) yê li Parlamentoya Kurdistanê Zana Mela Xalid ragihand: “PDK bi awayekî berdewam ligel wê yekê bûye ku hilbijartin di dema xwe de were encamdan.”

Serokê Fraksiyona PDK yê li Parlamentoya Kurdistanê Zana Mela Xalid ji Kurdistan24ê re ragihand, ji sala borî ve hejmarek civîn bi serperiştiya Serokê Herêma Kurdistanê û amadebûna Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî ya li Iraqê Jeanine Hennis-Plasschaert hatine encamdan û aliyên siyasî nêrînên xwe eşkere kirine.

Zana Mela Xalid diyar kir: “Piştî serdana Jeanine Hennis-Plasschaert bo cem Serok Barzanî, herwiha ji bo dîtina deriyek li ser yasaya nû ya hilbijartinan a li Herêma Kurdistanê, bi destpêşxeriya Serok Barzanî aliyên siyasî dicivin.”

Xalid herwiha eşkere kir: “Pêşniyarek derbarê yasaya hilbijartinan de hatiye pêşkêşkirin, ku ku ji sîstema têkel di hilbijartinên bê yên Herêma Kurdistanê pêk tê, ji bo derbasbûna ji vê rewşa xitimîna siyasî hatiye pêşkêşkirin, dibe ku aliyên siyasî sûdê jê bibînin.”